Return to Video

Çawa nûçeyên derewîn dikarin belav bibin - Nûh Tavlin

  • 0:07 - 0:11
    Gotinek heye ku bi gelemeperî dihête vegotin
    ji nivîskar Mark Tiwêyin re ku,
  • 0:11 - 0:14
    "Derewek dikare
    nîvco li dora cîhanê bigere
  • 0:14 - 0:17
    dema ku rastî pêlavên xwe li xwe dike."
  • 0:17 - 0:19
    tiştê gewz liser wê.
  • 0:19 - 0:23
    li vir sedemek heye ku guman bike
    ku mark tiwêyin çi caran ev tişt negotiye,
  • 0:23 - 0:26
    bi vî rengî, bi henek, nîqaşê piştrast dikin.
  • 0:26 - 0:31
    û îro, pêşniyar, kî gotibe,
    ji her carê rasttir e.
  • 0:32 - 0:35
    di dehsalên berê de,
    piraniya medyaya bi gihîştina gerdûnî
  • 0:35 - 0:38
    ji çend rojnameyên mezin
    û toran pêkdihat
  • 0:38 - 0:43
    ku çavkaniyên wan hebû
    ku rasterast agehdaryê kom bikin.
  • 0:43 - 0:46
    Ajansên weke Royterz
    û esosyatêd Press (AP)
  • 0:46 - 0:52
    ew berhevok an çîrokên ji nû ve rapor kirî
    bi rêjeyî li gor îro kêmbûn.
  • 0:52 - 0:55
    leza ku niha
    agehdarî pê belav dibe
  • 0:55 - 1:01
    mercên nimûneyî afirandine ji bo
    diyardeyek a ku wekî ragihandina dorpêç tê zanîn.
  • 1:01 - 1:04
    ev e ku weşana A yê
    agehdariyên çewt diweşîne,
  • 1:04 - 1:07
    weşana b yê wê ji nû ve çap dike,
  • 1:07 - 1:12
    û weşana a yê paşî b yê
    wekî çavkaniya agehdariyê nîşan dike.
  • 1:13 - 1:15
    ew dihête hijmartin wekî şêwazekê
    nûçedanê yê girrovirr
  • 1:15 - 1:18
    gava gelek weşan
  • 1:18 - 1:21
    nûçedan li ser heman perçe ya
    agehdariya derewîn a destpêkê,
  • 1:21 - 1:27
    ku paşî ji nivîskarek din re xuya dike
    ku ji hêla gelek çavkaniyan ve hatiye rastandin.
  • 1:27 - 1:33
    Wek mînak, weşana 1998-an
    a yek kaxezî ya ne zanistî
  • 1:33 - 1:37
    digotin ku derzîlêdana asayî a zarokan
    dibe sedemê otîzmê
  • 1:37 - 1:41
    îlhamek da tevahiya
    tevgera dijî lêdana vaksînê,
  • 1:41 - 1:44
    digel ku kaxeza orjînal
    bi berdewamî hatiye bêrûmet kirin
  • 1:45 - 1:47
    ji hêla civakê zanistî ve.
  • 1:47 - 1:52
    Zarokên bi zanebûn ên ne derzî kirî
    niha bi nexweşiyên vegirtî dikevin
  • 1:52 - 1:56
    ku bi rastî hate
    tune kirin li dewletên yekbûyî,
  • 1:56 - 1:59
    digel hin vegirtina êşan mirinê piştrast dikin.
  • 1:59 - 2:01
    di mînakek hinekî kêmtir tirsinak de,
  • 2:01 - 2:05
    nivîsarên tinazî yên ku hatine rêxistin
    ku dişibin yên rastîn
  • 2:05 - 2:09
    herwiha dikare were hildan ji hêla dezgehên
    ku ne di henekan de ne jî.
  • 2:09 - 2:14
    Wek mînak, nivîseka henekî di
    kovara bijîşkî ya navdar a birîtanî de bi navê
  • 2:14 - 2:20
    "lêçûnên enerjiyê behtir di ciwanan de
    ku lîstkên kompîterê yên nifşê nû dileyîzin."
  • 2:20 - 2:26
    hatiye jêderkirin di weşanên
    zanyarî yên cidî de zêdetir ji 400 cara.
  • 2:26 - 2:28
    naveroka hilberîner a bikarhîner, wekî wîkîpedyayê,
  • 2:28 - 2:32
    herwiha beşdaryek a hevpar a
    ragihandin a dûrpêçê.
  • 2:32 - 2:36
    her ku bêtir nivîskar têne
    ser rupelên wisa ji bo agehdariya zûbizû,
  • 2:36 - 2:41
    rastiyek neverastkirî di rûpelek wîkîpedyayê de
    dikare rê li gotarek a weşandî veke
  • 2:41 - 2:46
    dibe ku were zêdekirin wekî çavkanî
    ji bo heman agehdariya wîkîpedyayê,
  • 2:46 - 2:49
    pûçkirina wê pir dijwartir dike.
  • 2:49 - 2:52
    pêşveçûnên nû yên
    di teknolojiya ragihhandinê de
  • 2:52 - 2:53
    mifayên wan ên bê pîvan hebin
  • 2:53 - 2:58
    di şikandina astengiyên
    di navbera agehdarî û mirovan.
  • 2:58 - 2:59
    lê daxwaza me ji bo bersivên bilez
  • 2:59 - 3:03
    dibe ku daxwazê zêde bike
    ji bo ku ji pêbaweriya xwe piştrast bin.
  • 3:03 - 3:09
    û dema ku ev alîgirî dikare zêde bibe
    li milyaran mirovên li seranserîcîhanê,
  • 3:09 - 3:12
    hema di cih de,
    bêtir hişyarbûn di rêzde ye.
  • 3:12 - 3:14
    ji medyaya hestiyar dûr bikevin,
  • 3:14 - 3:17
    lêgerîna li rexneyên
    agehdariya gumanbar,
  • 3:17 - 3:22
    û şopandina çavkaniyên orjînal ên
    ragihandinê dikare bibe alîkar ku derewek hêdî bibe,
  • 3:22 - 3:28
    ji rastiyê re bêtir dem dide
    da ku pêlavên xwe li xwe bike.
Title:
Çawa nûçeyên derewîn dikarin belav bibin - Nûh Tavlin
Description:

Tevahiya waneyê bibînin: http://ed.ted.com/lessons/how-false-news-can-spread-noah-tavlin

Di dehsalên borî de, piraniya nûçeyên bi gihîştina cîhanî ji gelek rojname û tevnên mezin ên bi çavkaniyên ku rasterast agahdariyê kom dikin, Leza ku agahdarî niha belav dibin, lêbelê, ji bo tiştek bi navê ragihandina dorpêçê mercên nimûneyî çêkirin, Nûh Tavlin vê diyardeyê ronî dike.

Wane ji aliyê Nûh Tavlin, anîmasyon Patrîk simîs.

more » « less
Video Language:
English
Team:
closed TED
Project:
TED-Ed
Duration:
03:42

Kurdish subtitles

Revisions