Gotinek heye ku bi gelemeperî dihête vegotin ji nivîskar Mark Tiwêyin re ku, "Derewek dikare nîvco li dora cîhanê bigere dema ku rastî pêlavên xwe li xwe dike." tiştê gewz liser wê. li vir sedemek heye ku guman bike ku mark tiwêyin çi caran ev tişt negotiye, bi vî rengî, bi henek, nîqaşê piştrast dikin. û îro, pêşniyar, kî gotibe, ji her carê rasttir e. di dehsalên berê de, piraniya medyaya bi gihîştina gerdûnî ji çend rojnameyên mezin û toran pêkdihat ku çavkaniyên wan hebû ku rasterast agehdaryê kom bikin. Ajansên weke Royterz û esosyatêd Press (AP) ew berhevok an çîrokên ji nû ve rapor kirî bi rêjeyî li gor îro kêmbûn. leza ku niha agehdarî pê belav dibe mercên nimûneyî afirandine ji bo diyardeyek a ku wekî ragihandina dorpêç tê zanîn. ev e ku weşana A yê agehdariyên çewt diweşîne, weşana b yê wê ji nû ve çap dike, û weşana a yê paşî b yê wekî çavkaniya agehdariyê nîşan dike. ew dihête hijmartin wekî şêwazekê nûçedanê yê girrovirr gava gelek weşan nûçedan li ser heman perçe ya agehdariya derewîn a destpêkê, ku paşî ji nivîskarek din re xuya dike ku ji hêla gelek çavkaniyan ve hatiye rastandin. Wek mînak, weşana 1998-an a yek kaxezî ya ne zanistî digotin ku derzîlêdana asayî a zarokan dibe sedemê otîzmê îlhamek da tevahiya tevgera dijî lêdana vaksînê, digel ku kaxeza orjînal bi berdewamî hatiye bêrûmet kirin ji hêla civakê zanistî ve. Zarokên bi zanebûn ên ne derzî kirî niha bi nexweşiyên vegirtî dikevin ku bi rastî hate tune kirin li dewletên yekbûyî, digel hin vegirtina êşan mirinê piştrast dikin. di mînakek hinekî kêmtir tirsinak de, nivîsarên tinazî yên ku hatine rêxistin ku dişibin yên rastîn herwiha dikare were hildan ji hêla dezgehên ku ne di henekan de ne jî. Wek mînak, nivîseka henekî di kovara bijîşkî ya navdar a birîtanî de bi navê "lêçûnên enerjiyê behtir di ciwanan de ku lîstkên kompîterê yên nifşê nû dileyîzin." hatiye jêderkirin di weşanên zanyarî yên cidî de zêdetir ji 400 cara. naveroka hilberîner a bikarhîner, wekî wîkîpedyayê, herwiha beşdaryek a hevpar a ragihandin a dûrpêçê. her ku bêtir nivîskar têne ser rupelên wisa ji bo agehdariya zûbizû, rastiyek neverastkirî di rûpelek wîkîpedyayê de dikare rê li gotarek a weşandî veke dibe ku were zêdekirin wekî çavkanî ji bo heman agehdariya wîkîpedyayê, pûçkirina wê pir dijwartir dike. pêşveçûnên nû yên di teknolojiya ragihhandinê de mifayên wan ên bê pîvan hebin di şikandina astengiyên di navbera agehdarî û mirovan. lê daxwaza me ji bo bersivên bilez dibe ku daxwazê zêde bike ji bo ku ji pêbaweriya xwe piştrast bin. û dema ku ev alîgirî dikare zêde bibe li milyaran mirovên li seranserîcîhanê, hema di cih de, bêtir hişyarbûn di rêzde ye. ji medyaya hestiyar dûr bikevin, lêgerîna li rexneyên agehdariya gumanbar, û şopandina çavkaniyên orjînal ên ragihandinê dikare bibe alîkar ku derewek hêdî bibe, ji rastiyê re bêtir dem dide da ku pêlavên xwe li xwe bike.