Return to Video

Mejiyê we dikare xwe tamîr bike? - Ralitsa Petrova

  • 0:06 - 0:10
    Bifikirin ku, em dikarin mejiyê xwe
    dema ku xera dibe
  • 0:10 - 0:13
    nûjen bikin, tamîr bikin...
  • 0:14 - 0:17
    dibêjî qey pevxistina zanistî ye.
  • 0:17 - 0:21
    Lê lêkolînên zanistî vê niha piştrast dikin.
  • 0:21 - 0:25
    Gelo rojekî mejiyê me dê xwe nû bike?
  • 0:25 - 0:26
    Baş tê zanîn ku
  • 0:26 - 0:30
    hûcreyên embrîyonîk, noronên nû çêdikin.
  • 0:30 - 0:34
    Mejî bi van noronan çêdibe.
  • 0:34 - 0:39
    Ev noron, diçin cihên cûda yên mejî
  • 0:39 - 0:42
    û mejî organîze dikin.
  • 0:42 - 0:44
    Heta vê rojê,
  • 0:44 - 0:49
    zanist li nexweşiya Alzheîmer, Parkînson
  • 0:50 - 0:52
    û şehtê (felc) dinihêrtin,
  • 0:51 - 0:54
    û digot qey piştê çêbûna mêjî,
  • 0:55 - 0:59
    êdî mejî nikare xwe tamîr bike.
  • 0:59 - 1:01
    Lê hat dîtin ku,
  • 1:02 - 1:05
    di sê beşên mejî de,
  • 1:05 - 1:09
    çêkirina noronan nû berdewam dike.
  • 1:09 - 1:12
    Ji vê re norojenez tê gotin.
  • 1:12 - 1:16
    Norojenez, çêkirina hûcreyên noron ên stem
  • 1:16 - 1:21
    û nûjenkirina noronên kevn e.
  • 1:21 - 1:25
    Norojenez di sê beşên mejî de heye
  • 1:25 - 1:29
    Beşa hînbûn û hişî,
    peywendîdare bi fêrbûn û bîrkirnê
  • 1:29 - 1:34
    Beşa supraventîkûler,
    ku têkilîya mejî û poz çêdike.
  • 1:34 - 1:40
    Strîatûma alîkar, ku tevgerê pêk tîne.
  • 1:40 - 1:44
    Zanist hê jî negihîştine; norojenez,
  • 1:43 - 1:47
    di van sê beşan çawa çêdibe,
  • 1:47 - 1:51
    û çima cîhên din ên mejî de çênabe.
  • 1:52 - 1:56
    Lê ev noronên nû geş dibin,
  • 1:56 - 1:59
    îhtimalên nû derdixin holê.
  • 2:00 - 2:03
    Ev metodâ ku ji bo tamîra çermê me
  • 2:03 - 2:07
    û hestiyekî şikestî çêdibe,
  • 2:08 - 2:11
    gelo ji bo mejî jî pêkan e?
  • 2:12 - 2:13
    Ev der girîng e.
  • 2:14 - 2:18
    Ji bo ku noronên stem û mak-hûcre
  • 2:18 - 2:20
    di her sê beşên mejî de
  • 2:20 - 2:23
    ji nû ve çêbibin, dibe ku
  • 2:23 - 2:27
    hin proteîn wek îlaç bi kêr werin.
  • 2:27 - 2:29
    Divê ev teknolojî e hê jî pêşkeve çunkî
  • 2:28 - 2:30
    divê zêdetir hûcre çê bibin û
  • 2:31 - 2:33
    zindîtiya wan behtir bidome.
  • 2:33 - 2:36
    Gorî lêkolînan, mak-hûcre
  • 2:36 - 2:40
    derbasî beşên mejî yên din dibin
  • 2:40 - 2:43
    û di wan deran de noronên nû çêdikin.
  • 2:43 - 2:45
    Teoriyeke din jî heye,
  • 2:45 - 2:48
    Di laboratorê de noronên saxlem çêkin,
  • 2:48 - 2:52
    û bi noronên ziyandîtî re wan veguhezînin.
  • 2:52 - 2:55
    Zanistvanan ceribandind,
  • 2:55 - 3:00
    hûcreyên xêrxwazan dikarin
    xwe dabeşînin, biguherînin,
  • 3:00 - 3:05
    û dikarin di cihên zirardîtî
    yên mêjî de noronên nû çêkin.
  • 3:05 - 3:07
    Zanistvan têgihiştin ku,
  • 3:07 - 3:10
    hûcreyên wek astrosît û olîgodendrosît
  • 3:10 - 3:14
    mîna hûcreyên stem tevdigerin,
  • 3:14 - 3:18
    û noronan çêdikin.
  • 3:18 - 3:22
    Piştê çend salan
    mejiyê me dê bikare xwe nû bike?
  • 3:22 - 3:24
    ne misoger e.
  • 3:25 - 3:28
    Lê ev yek armanca bijîşkiya rejeneratîf e.
  • 3:28 - 3:32
    Mejiyê mirovekî
    xwedî 100 mîlyar noronan e,
  • 3:32 - 3:37
    û em hê jî li ser mekanîzmaya mejî
    lêkolîn dikin.
  • 3:37 - 3:44
    Lê lêkolînên norojenez,
    me nêzikî çareseriyê dikin.
Title:
Mejiyê we dikare xwe tamîr bike? - Ralitsa Petrova
Speaker:
Ralitsa Petrova
Description:

Hemû Ders: http://ed.ted.com/lessons/could-your-brain-repair-itself-ralitsa-petrova

Bifikire ku mejiyê mirov dikare xwe tamîr bike û noronên nexweş bi yên nû çêbuyî re vediguhezîne. Ev niha wek xeyal xuya dike lê ku lêkolîn bigihijin armanca xwe tedaviya nexweşiyê wek Alzheimer û Parkînson dê pir hêsan bibe.

Ders ji aliyê Ralitsa Petrova, anîmasyon ji aliyê Artrake Studio.

more » « less
Video Language:
English
Team:
closed TED
Project:
TED-Ed
Duration:
04:00

Kurdish subtitles

Revisions