Bifikirin ku, em dikarin mejiyê xwe
dema ku xera dibe
nûjen bikin, tamîr bikin...
dibêjî qey pevxistina zanistî ye.
Lê lêkolînên zanistî vê niha piştrast dikin.
Gelo rojekî mejiyê me dê xwe nû bike?
Baş tê zanîn ku
hûcreyên embrîyonîk, noronên nû çêdikin.
Mejî bi van noronan çêdibe.
Ev noron, diçin cihên cûda yên mejî
û mejî organîze dikin.
Heta vê rojê,
zanist li nexweşiya Alzheîmer, Parkînson
û şehtê (felc) dinihêrtin,
û digot qey piştê çêbûna mêjî,
êdî mejî nikare xwe tamîr bike.
Lê hat dîtin ku,
di sê beşên mejî de,
çêkirina noronan nû berdewam dike.
Ji vê re norojenez tê gotin.
Norojenez, çêkirina hûcreyên noron ên stem
û nûjenkirina noronên kevn e.
Norojenez di sê beşên mejî de heye
Beşa hînbûn û hişî,
peywendîdare bi fêrbûn û bîrkirnê
Beşa supraventîkûler,
ku têkilîya mejî û poz çêdike.
Strîatûma alîkar, ku tevgerê pêk tîne.
Zanist hê jî negihîştine; norojenez,
di van sê beşan çawa çêdibe,
û çima cîhên din ên mejî de çênabe.
Lê ev noronên nû geş dibin,
îhtimalên nû derdixin holê.
Ev metodâ ku ji bo tamîra çermê me
û hestiyekî şikestî çêdibe,
gelo ji bo mejî jî pêkan e?
Ev der girîng e.
Ji bo ku noronên stem û mak-hûcre
di her sê beşên mejî de
ji nû ve çêbibin, dibe ku
hin proteîn wek îlaç bi kêr werin.
Divê ev teknolojî e hê jî pêşkeve çunkî
divê zêdetir hûcre çê bibin û
zindîtiya wan behtir bidome.
Gorî lêkolînan, mak-hûcre
derbasî beşên mejî yên din dibin
û di wan deran de noronên nû çêdikin.
Teoriyeke din jî heye,
Di laboratorê de noronên saxlem çêkin,
û bi noronên ziyandîtî re wan veguhezînin.
Zanistvanan ceribandind,
hûcreyên xêrxwazan dikarin
xwe dabeşînin, biguherînin,
û dikarin di cihên zirardîtî
yên mêjî de noronên nû çêkin.
Zanistvan têgihiştin ku,
hûcreyên wek astrosît û olîgodendrosît
mîna hûcreyên stem tevdigerin,
û noronan çêdikin.
Piştê çend salan
mejiyê me dê bikare xwe nû bike?
ne misoger e.
Lê ev yek armanca bijîşkiya rejeneratîf e.
Mejiyê mirovekî
xwedî 100 mîlyar noronan e,
û em hê jî li ser mekanîzmaya mejî
lêkolîn dikin.
Lê lêkolînên norojenez,
me nêzikî çareseriyê dikin.