Ziman Çawa Cuda Bûne? - Alex Gendler
-
0:07 - 0:10Li gorî çîroka babîl ya Încîlê
-
0:10 - 0:13hemû mirov bi zimanekî diaxivîn.
-
0:13 - 0:15Heta ku dema belav bûn û
-
0:15 - 0:17ji hev fêhim nekirin.
-
0:17 - 0:20Ev çîrok belkî ne rast e,
-
0:20 - 0:24lê dema em bikevin pêy koka zimana,
-
0:24 - 0:27di dîrokê de ziman digihijin hev.
-
0:27 - 0:29Lê evqas ziman çawa çê bûn?
-
0:29 - 0:31Di heyamên kevin de,
-
0:31 - 0:33nifûsa dinê gelek hindik bû.
-
0:33 - 0:37Mirovên ku zimanên wan yek bû,
-
0:37 - 0:39ji bo nêçîr û zeviyên nû
-
0:39 - 0:42veqetiyan qebîlên biçûk bûn, belav bûn.
-
0:42 - 0:44Ji hev dûr ketin,
-
0:44 - 0:46bi awayê cuda pêş ketin
-
0:46 - 0:49ji hev re bûn biyanî.
-
0:49 - 0:50Bi sed salan,
-
0:50 - 0:52di nava şert û meçên cûda de,
-
0:52 - 0:54bi cîranên cuda re,
-
0:54 - 0:57zaravayên heman zimanî
-
0:57 - 1:00hatin guhartin û bûn zimanên cuda.
-
1:00 - 1:03Ev guhartin hê jî didomin.
-
1:03 - 1:07Zimannas vê pêvajoyê lêkolîn dikin,
-
1:07 - 1:10diçin koka zimanan,
-
1:10 - 1:13li zimanê yekem digerin.
-
1:13 - 1:17Ji komên zimana yên têkildar re
"malabata ziman" dibêjin. -
1:17 - 1:20Her komek ji gelek şaxan pêk te.
-
1:20 - 1:25Em têkildarîya zimana çawa fem dikin?
-
1:25 - 1:27Peyvên dişibin hev,
-
1:27 - 1:29ewqas ne muhîm in,
-
1:29 - 1:32çimkî ziman peyvan deyn jî dikin.
-
1:32 - 1:35Ji bo femkirina tekilîya zimanan;
-
1:35 - 1:37gramer û peyvên bingehin wek cînavk,jimar
-
1:37 - 1:39behtir bi qîmet in.
-
1:39 - 1:42Çimkî deynkirina van kêmtir e.
-
1:42 - 1:44Zimannas, vana didin ber hev
-
1:44 - 1:46li guhertina dengan û
-
1:46 - 1:48hevşibîyên zimana dinihêrin.
-
1:48 - 1:51Têkilî û pêşveçûyûnên zimana
-
1:51 - 1:53derdixin holê,
-
1:53 - 1:57û zimanên qedim kifş dikin.
-
1:57 - 2:02Zimannas,
ji pêvajoya çêbûna zimanan,dikarin -
2:02 - 2:06zanyariyên derbarê kok û
jîyana mirovên kevin -
2:06 - 2:08fem bikin.
-
2:08 - 2:12Dema zimannas dara malabata ziman çêdikin,
-
2:12 - 2:13du pirsgirêk derdikevin.
-
2:14 - 2:17Yekem, rêbazekê tekuz ku
-
2:17 - 2:19ziman û zaravaya veqetîne
-
2:19 - 2:22û şaxen darê ziman saz bike,nîn e.
-
2:22 - 2:25Çînî wek zimanekî tê hesibandin,
-
2:25 - 2:29lê zaravayên wê ji hev fem nakin.
-
2:29 - 2:31Yên îspanyolî û portekîzî diaxivin,
-
2:31 - 2:33ji hev fêhm dikin.
-
2:33 - 2:35Zimanên vî çaxî
-
2:35 - 2:38bi hesanî nayen kategorîze kirin,
-
2:38 - 2:42û ziman sînoran û kategoriyan nas nakin.
-
2:42 - 2:45Gelek caran cudabûna zimana
-
2:45 - 2:47ne bi zimannasiye,
-
2:47 - 2:50lê li gorî siyasetê çê dibe.
-
2:50 - 2:53"Çend ziman hene?"
-
2:53 - 2:56Bersiv; di navbera 3,000 û 8,000 de ye.
-
2:56 - 2:58Li gorî herkesî ev cuda ye.
-
2:58 - 3:00Pirsgirêka duyem,
-
3:00 - 3:02çiqas em herin serê dara zimanan
-
3:02 - 3:05zanyari ewqas kêm dibin.
-
3:05 - 3:08Kategorîzakirina komên zimana,
-
3:08 - 3:10di çerçoveke mantiqî de
-
3:10 - 3:13bi têkiliyakê hindik hatiye kirin.
-
3:13 - 3:15Belkî di navbera komên zimanan de
-
3:15 - 3:17tu tekilî nîn e.
-
3:17 - 3:19Lê heya ev biguherin.
-
3:19 - 3:22Têkiliyên navbera malbatê
bilind ê zimanan de -
3:22 - 3:23spekulatif in.
-
3:23 - 3:25Hinek hatine pejirandin,
-
3:25 - 3:28yên din hê tên nirxandin.
-
3:28 - 3:30Zimanên axifkerên wê hindik
-
3:30 - 3:32zêde nayên lêkolîn kirin.
-
3:32 - 3:37Belkî em ê bi misogerî fem nekin;
gelo ziman çawa çêbûne, -
3:37 - 3:40an jî gelo bavê hemûyan
-
3:40 - 3:41Babîl e.
-
3:41 - 3:45Ji vir pê de,
dema we zimanekî biyanî bihîst, -
3:45 - 3:48bal bidine,belkî ewqas ne biyanî ye.
- Title:
- Ziman Çawa Cuda Bûne? - Alex Gendler
- Description:
-
Hemû ders: http://ed.ted.com/lessons/how-languages-evolve-alex-gendler
Di dîroka mirovahiyê de bi hezaran ziman ji hindik zimanî çêbûye. Ko ka wana em dê çawa bizanibin?
Ders: Alex Gendler, anîmasyon: Igor Coric.
- Video Language:
- English
- Team:
- closed TED
- Project:
- TED-Ed
- Duration:
- 04:03
halo fariq approved Kurdish subtitles for How languages evolve - Alex Gendler | ||
Taban Khdir accepted Kurdish subtitles for How languages evolve - Alex Gendler | ||
Taban Khdir edited Kurdish subtitles for How languages evolve - Alex Gendler | ||
Ahmed Yousify edited Kurdish subtitles for How languages evolve - Alex Gendler | ||
Hekim Atay edited Kurdish subtitles for How languages evolve - Alex Gendler | ||
Hekim Atay edited Kurdish subtitles for How languages evolve - Alex Gendler | ||
Hekim Atay edited Kurdish subtitles for How languages evolve - Alex Gendler | ||
Hekim Atay edited Kurdish subtitles for How languages evolve - Alex Gendler |