Li gorî çîroka babîl ya Încîlê hemû mirov bi zimanekî diaxivîn. Heta ku dema belav bûn û ji hev fêhim nekirin. Ev çîrok belkî ne rast e, lê dema em bikevin pêy koka zimana, di dîrokê de ziman digihijin hev. Lê evqas ziman çawa çê bûn? Di heyamên kevin de, nifûsa dinê gelek hindik bû. Mirovên ku zimanên wan yek bû, ji bo nêçîr û zeviyên nû veqetiyan qebîlên biçûk bûn, belav bûn. Ji hev dûr ketin, bi awayê cuda pêş ketin ji hev re bûn biyanî. Bi sed salan, di nava şert û meçên cûda de, bi cîranên cuda re, zaravayên heman zimanî hatin guhartin û bûn zimanên cuda. Ev guhartin hê jî didomin. Zimannas vê pêvajoyê lêkolîn dikin, diçin koka zimanan, li zimanê yekem digerin. Ji komên zimana yên têkildar re "malabata ziman" dibêjin. Her komek ji gelek şaxan pêk te. Em têkildarîya zimana çawa fem dikin? Peyvên dişibin hev, ewqas ne muhîm in, çimkî ziman peyvan deyn jî dikin. Ji bo femkirina tekilîya zimanan; gramer û peyvên bingehin wek cînavk,jimar behtir bi qîmet in. Çimkî deynkirina van kêmtir e. Zimannas, vana didin ber hev li guhertina dengan û hevşibîyên zimana dinihêrin. Têkilî û pêşveçûyûnên zimana derdixin holê, û zimanên qedim kifş dikin. Zimannas, ji pêvajoya çêbûna zimanan,dikarin zanyariyên derbarê kok û jîyana mirovên kevin fem bikin. Dema zimannas dara malabata ziman çêdikin, du pirsgirêk derdikevin. Yekem, rêbazekê tekuz ku ziman û zaravaya veqetîne û şaxen darê ziman saz bike,nîn e. Çînî wek zimanekî tê hesibandin, lê zaravayên wê ji hev fem nakin. Yên îspanyolî û portekîzî diaxivin, ji hev fêhm dikin. Zimanên vî çaxî bi hesanî nayen kategorîze kirin, û ziman sînoran û kategoriyan nas nakin. Gelek caran cudabûna zimana ne bi zimannasiye, lê li gorî siyasetê çê dibe. "Çend ziman hene?" Bersiv; di navbera 3,000 û 8,000 de ye. Li gorî herkesî ev cuda ye. Pirsgirêka duyem, çiqas em herin serê dara zimanan zanyari ewqas kêm dibin. Kategorîzakirina komên zimana, di çerçoveke mantiqî de bi têkiliyakê hindik hatiye kirin. Belkî di navbera komên zimanan de tu tekilî nîn e. Lê heya ev biguherin. Têkiliyên navbera malbatê bilind ê zimanan de spekulatif in. Hinek hatine pejirandin, yên din hê tên nirxandin. Zimanên axifkerên wê hindik zêde nayên lêkolîn kirin. Belkî em ê bi misogerî fem nekin; gelo ziman çawa çêbûne, an jî gelo bavê hemûyan Babîl e. Ji vir pê de, dema we zimanekî biyanî bihîst, bal bidine,belkî ewqas ne biyanî ye.