Return to Video

Nexweşiya Alzheimer Çi Ye? - Ivan Seah Yu Jun

  • 0:06 - 0:08
    Serê çar sanîyan,
  • 0:08 - 0:11
    mirovek teşhîsa nexweşiya Alzheimer
  • 0:11 - 0:12
    distîne.
  • 0:12 - 0:14
    Sedema herî berbalav a xurîfinê ye,
  • 0:14 - 0:17
    li seranserê dinyayê li 40 mîlyon însanî
    bandorê dike,
  • 0:17 - 0:20
    li gor lêkolînên îro tedawiya we
  • 0:20 - 0:22
    nehatiye fahm kirin.
  • 0:22 - 0:25
    Dr. Alois Alzheimer, derûnnasê alman,
  • 0:25 - 0:28
    cara yekem semptoman diyar dike.[1901]
  • 0:28 - 0:30
    Li nexweşxanê bi nexweşekî re
  • 0:30 - 0:32
    astengiyên wek
  • 0:32 - 0:34
    pirsgirêkên xewê,
  • 0:34 - 0:37
    kêmbûna hiş, xirabûna rewşa psîkolojîk,
  • 0:37 - 0:40
    û zêdebûna konfuzyonê diyar dibin.
  • 0:40 - 0:42
    Dema nexweş dimire
  • 0:42 - 0:44
    Alzheimer otopsiya wî dike
  • 0:44 - 0:46
    u fikrê xwe yê ku
  • 0:46 - 0:49
    ev nexweşî avaniya mêjî diguherîne,
  • 0:49 - 0:50
    test dike.
  • 0:50 - 0:52
    Dema bi mîkroskopê dinihêre,
  • 0:52 - 0:55
    di mêjî de guhertinên eşkere yên wek;
  • 0:55 - 0:57
    proteînên ku bi awayê xelet berhev bûnê
  • 0:57 - 0:58
    (navê wan plak e) û
  • 0:58 - 1:01
    girêkên norofibriller dibîne.
  • 1:01 - 1:03
    Ev plak û girêk bi hev re
  • 1:03 - 1:05
    avaniya mêjî têk dibin.
  • 1:05 - 1:07
    Dema proteînen membrana ku
  • 1:07 - 1:10
    şaneyên tûreyê dorpeç dikin,
  • 1:10 - 1:13
    ji aliyê enzîmên taybet ve tên hûrkirin,
  • 1:13 - 1:15
    beta-amyloid çêdibin.
  • 1:15 - 1:17
    Ev beta amyloid jî mezeloqî ne
  • 1:17 - 1:18
    û li hev kom dibin.
  • 1:18 - 1:21
    Ji van komikên beta amyloid re
  • 1:21 - 1:22
    plak tê gotin.
  • 1:22 - 1:24
    Ev kom sînyalan blok dikin
  • 1:24 - 1:27
    lewre têkiliya navbera şaneyan jî xera dibe
  • 1:27 - 1:29
    û dûv re şaneyên parastinê
  • 1:29 - 1:32
    êrîşî van şaneyên tûre yên xirabûyî
  • 1:32 - 1:33
    dikin.
  • 1:33 - 1:36
    Di nexweşiya Alzheimerê de girekên norofibrîler
  • 1:36 - 1:39
    ji proteînên bi navê ''tau'' çêdibin.
  • 1:39 - 1:42
    Di navbera şaneyên mêjî de
    torekê ji boriyan pêk tê heye.
  • 1:42 - 1:44
    Ev tor wek rêyeke ji bo xurek û
  • 1:44 - 1:45
    pêdiviyan dişixule.
  • 1:45 - 1:48
    Di rewşa asayî de proteînên tau
  • 1:48 - 1:50
    van boriyan rast dikin û
  • 1:50 - 1:52
    molekul bi hêsanî derbas dibin.
  • 1:52 - 1:54
    Lê di nexweşiya Alzheimer de
  • 1:54 - 1:57
    proteîn xera dibin dibin girek,
  • 1:57 - 1:59
    ev borî hildiweşin
  • 1:59 - 2:01
    lewre xurekên pewist nagihin şaneyan
  • 2:01 - 2:04
    û dike ku şane bimirin.
  • 2:04 - 2:06
    Ev plak û girekên patolojîk
  • 2:06 - 2:09
    ji hipokampus dest pê dikin ku
  • 2:09 - 2:11
    hipokampus ji tomarkirina bîranînan berpirsiyar e.
  • 2:11 - 2:13
    Lewre hafizaya dema kurt xira dibe û
  • 2:13 - 2:16
    ev semptoma yekem a Alzheimerê ye.
  • 2:16 - 2:18
    Proteîn li heremên mêjî yen din jî
  • 2:18 - 2:19
    belav dibin,
  • 2:19 - 2:21
    guhertinên girîng çê dike
  • 2:21 - 2:23
    û nexweşi pêş de diçe.
  • 2:23 - 2:25
    Li mêjiyê pêş proteîn
  • 2:25 - 2:28
    hêza ramanê ya mêjî têk dibin.
  • 2:28 - 2:31
    Duv re li herema ku hestên mirov
    kontrol dike belav dibin
  • 2:31 - 2:34
    û rewşa derunî jî digihure.
  • 2:34 - 2:35
    Di lutkeya mêjî de
  • 2:35 - 2:37
    dibin sedema halusînasyonan,
  • 2:37 - 2:39
    dema ku digihin pişta mêjî
  • 2:39 - 2:41
    plak û girek bi hev re
  • 2:41 - 2:44
    bîranînen kur ên mêjî jî jê dibin.
  • 2:44 - 2:45
    Di dawiyê de navendên ku
  • 2:45 - 2:48
    lexistina dil û kezeba spî kontrol dikin jî
  • 2:48 - 2:50
    xera dibin û dimirin.
  • 2:50 - 2:52
    Ji bo ku ev nexweşî dijwar e û zû pêş de diçe,
  • 2:52 - 2:55
    gelek lêkolîner ji bo çareya wê xebitîn
  • 2:55 - 2:59
    lê niha li ser pêşveçûna nexweşiyê
    hêdî bikin dişixulin.
  • 2:59 - 3:00
    Çareyeke demkî ev e ku
  • 3:00 - 3:03
    hûrkirina asetîlkolînê kêmtir dike.
  • 3:03 - 3:05
    Asetîlkolîn peyamnerekê girîng a kîmyevî ye.
  • 3:05 - 3:09
    Şaneyên asetîlkolînê çêdikin
    bi nexweşiya Alzheimerê dimirin,
  • 3:09 - 3:11
    radeya asetîlkolîne kêm dibe.
  • 3:11 - 3:13
    Çareyeke din jî derzî ye ku
  • 3:13 - 3:16
    şaneyên parastine
  • 3:16 - 3:19
    beyî plakên beta amyloid kom bibin, êrîşî wan dike.
  • 3:19 - 3:22
    Lê hê jî dive çareyeke rastî bê dîtin.
  • 3:22 - 3:24
    Nexweşiya Alzheimerê berî sedsalî
  • 3:24 - 3:25
    hat pênase kirin,
  • 3:25 - 3:28
    lê hê jî tam nehatiya fahm kirin.
  • 3:28 - 3:30
    Belkî rojeke mekanîzmaya vê nexweşiyê
  • 3:30 - 3:33
    bi temamî bê fahmkirin û
  • 3:33 - 3:35
    çareyeke wê bê dîtin.
  • 3:35 - 3:49
    [Werger: Xulamê Mîr]
Title:
Nexweşiya Alzheimer Çi Ye? - Ivan Seah Yu Jun
Description:

Hemû Ders: http://ed.ted.com/lessons/what-is-alzheimer-s-disease-ivan-seah-yu-jun

Nexweşiya Alzheimerê sedema demansê(xurifîn) ya herî berbelav e, li hemû dinyayê li 40 mîlyon însanî bandorê dike. Her çiqas berî sedsalî jî ev nexweşî hatibe pênasekirin jî, ji bo çareseriya wê hê jî xebat didomin. Ivan Seah Yu Jun diyar dike ka çawa Alzheimer li mêjî bandorê dike, merhaleyên vê nexweşiya rûxîner ronî dike.

Der: Ivan Seah Yu Jun, aanîmasyon: STK Films.

more » « less
Video Language:
English
Team:
closed TED
Project:
TED-Ed
Duration:
03:50

Kurdish subtitles

Revisions