Return to Video

Çîroka Malbata Akune - Wendell Oshiro

  • 0:06 - 0:09
    Gellek çîrokên trajîk û balkêş
  • 0:09 - 0:12
    derbarê şerê cîhanê yê duyem de hene.
  • 0:12 - 0:15
    Lê çîroka herî dilêş ya malbata Akune ye
  • 0:15 - 0:17
    ku şer ew ji hev veqetandiya.
  • 0:17 - 0:23
    Wan li dijî hev û li dijî nasnameya xwe
    şer kirin.
  • 0:23 - 0:26
    Ichiro Akune û jina xwe Yukiye
  • 0:26 - 0:29
    ji bo derfetên jiyanê
  • 0:29 - 0:31
    ji Japonya’yê koçî Amerîka’yê bûn.
  • 0:31 - 0:34
    Li California’yê dikana mêwefiroşiyê
    vekir,
  • 0:34 - 0:37
    û neh zarokên xwe mezin kirin.
  • 0:37 - 0:40
    Lê piştî sala 1933 xanima Akune mir ,
  • 0:40 - 0:43
    zarok û bavê xwe vegeriyan Japonya’yê,
  • 0:43 - 0:45
    hatin cem nasên xwe.
  • 0:45 - 0:48
    Lê piştî jiyîna li Amerîka’yê
  • 0:48 - 0:51
    hînbûna jiyaneke nû dijwar bû.
  • 0:51 - 0:54
    Birayê mezin Harry, ji mamê xwe
  • 0:54 - 0:59
    fêrî ziman û çanda Japonî bû.
  • 0:59 - 1:02
    Dîsa jî Harry û
    birayê xwe Ken
  • 1:02 - 1:04
    dema mezin bûn,
  • 1:04 - 1:07
    vegeriyan devera ku
    wek welat dihesibandin,
  • 1:07 - 1:09
    hatin Los Angeles’ê.
  • 1:09 - 1:15
    Lê berfanbara 1941'î
    êrîşa Pearl Harbor çê bû.
  • 1:15 - 1:18
    Dema şerê Amerîka û Japonya’yê,
  • 1:18 - 1:24
    Amerîka ji welatiyên xwe yên ku
    eslê wan Japon bû
  • 1:24 - 1:25
    ne ewle bû.
  • 1:26 - 1:31
    Di sala 1942’yan de, 120,000 Japonên
    welatiyên Amerîka’yê
  • 1:31 - 1:33
    ji jiyana xwe ya sivîl hatin bidûrxistin
  • 1:33 - 1:37
    bi zordarî di qampên wek girtigehan de
    hatin bicîkirin.
  • 1:37 - 1:40
    Mirovên wek Harry û Ken
  • 1:40 - 1:44
    ku welatiyen du-alî ne û li Amerîka ji dayik bûne jî
  • 1:44 - 1:47
    xistin nava qampan.
  • 1:47 - 1:51
    Her du bira niha ji Japonya’yê dûr in,
  • 1:51 - 1:56
    li qampeke Colorado’yê,
    ji dinyayê bêxeber dijîn.
  • 1:56 - 2:00
    Lê dema sîxurên artêşa Amerîka’yê
    tên qampê,
  • 2:00 - 2:04
    li kesên ku bi Japonî dizanin, digerin,
  • 2:04 - 2:06
    çîroka wan diguhere.
  • 2:06 - 2:10
    Herçiqas zordarî û zehmetî ditîbin
    jî,Harry û Ken
  • 2:10 - 2:13
    Ji bo ku ji qampê xilas bibin
    û dilsoziya xwe nîşan bidin
  • 2:13 - 2:16
    beşdarî artêşa Amerîka’yê dibin.
  • 2:16 - 2:17
    Piştî perwerdeyê,
  • 2:17 - 2:19
    dest bi kar dikin,
  • 2:19 - 2:21
    belgeyên bidestketî werdigerînin,
  • 2:21 - 2:23
    pirsan ji leşkerên Japon dikin,
  • 2:23 - 2:26
    û ji bo ku leşkerên Japonyayî teslîm bibin
  • 2:26 - 2:30
    bi japonî propagandayê dikin.
  • 2:30 - 2:33
    Her du bira karên hêja dikin,
  • 2:33 - 2:35
    zanyariyên stratejîk bi dest dixin,
  • 2:35 - 2:38
    cihe leşkerên japon deşîfre dikin.
  • 2:38 - 2:43
    Lê di artêşê de rastî cihêbûnê
    û bê ewlehiyê tên.
  • 2:43 - 2:46
    Carekê dema bi paraşutê dadikevin,
  • 2:46 - 2:49
    di nav çeperê dijmin de winda dibin.
  • 2:49 - 2:51
    Lê hevalên Harry
  • 2:51 - 2:55
    jê ewle nabin ku çek bidinê.
  • 2:55 - 2:58
    Dîsa jî her du bira heta dawiya şer
  • 2:58 - 3:00
    bi dilsozî xizmet dikirin.
  • 3:00 - 3:06
    Lê ne tenê Harry û Ken,
    kesên ji malbata Akune’yê şer kirin.
  • 3:06 - 3:08
    Her du birayên biçûktir,
  • 3:08 - 3:12
    zarokên sêyem û çarem yên
    ji malbata Akune,
  • 3:12 - 3:16
    saburo di artêşa Japonya’yê de
  • 3:16 - 3:18
    di hêzên asîmanî de xizmet kir.
  • 3:18 - 3:24
    Birayê biçûk yê 15 salî Shiro
    ji bo Japonya'yê leşker peyda kirin.
  • 3:24 - 3:29
    Piştî şer, Harry û Ken
    dema li herêmên dagirkirî dixebitîn,
  • 3:29 - 3:32
    wek xaîn dihatin dîtin.
  • 3:32 - 3:35
    Wexta hemû bira li Kagoshima’yê
  • 3:35 - 3:38
    hatin cem hev diyar dibe ku
  • 3:38 - 3:42
    li eniyên cuda li dijî hev şer kirine.
  • 3:42 - 3:45
    Pev dikevin, dike ku di navbera wan de
    şer derkeve,
  • 3:45 - 3:47
    lê bavê wan tê û wan li hev tîne.
  • 3:47 - 3:51
    Saburo û Shiro bi Harry û Ken re
    diçin California’yê,
  • 3:51 - 3:54
    dûre di şerê Kore’yê de
  • 3:54 - 3:57
    di artêşa Amerîka’yê de şer dikin.
  • 3:57 - 4:00
    Di sala 1988'an de Dewleta Amerîka’yê
  • 4:00 - 4:04
    ji bo zordariya qampên Japonan
  • 4:04 - 4:07
    tazmînat da mexduran.
  • 4:07 - 4:13
    Harry digel ewqas fêrkirinê
    sipasiyan li Mamê xwe nekir,
  • 4:13 - 4:15
    pir poşman bû.
  • 4:15 - 4:19
    Çîroka birayên Akune’yê gellek watedar e:
  • 4:19 - 4:21
    malbatekê ji ber neçariyê ji hev vediqete,
  • 4:21 - 4:24
    bê ewlehiya Amerîka bo
    welatiyên xwe yên japon,
  • 4:24 - 4:28
    û têkoşîna di navbera di nasnamayan de.
  • 4:29 - 4:33
    Herwiha ev, çîrokeke girîng a
    dîroka Amerîka’yê ye:
  • 4:33 - 4:38
    Çawa zordarî li penaberan hatiye kirin
    û têkoşîna penaberan a biserketî.
  • 4:39 - 4:40
    Ders: Wendell Oshiro,
  • 4:40 - 4:42
    Xwendin: Addison Anderson
  • 4:42 - 4:43
    Anîmasyon: Brandon Denmark.
Title:
Çîroka Malbata Akune - Wendell Oshiro
Description:

Gellek çîrokên trajîk yê Şerê Cîhanê yê Duyem hene.Yek ji wan çîrokan ya malbata Akune'yê ye. Bira li aliyên cuda li dijî neteweya xwe şer dikin.

Ders û Xwendin: Wendell Oshiro, anîmasyon: Brandon Denmark.

more » « less
Video Language:
English
Team:
closed TED
Project:
TED-Ed
Duration:
04:54
  • Çîroka Malbata Akune

    Gellek çîrokên trajîk yê Şerê Cîhanê yê Duyem he ne.Yek ji wan çîrokan ya malbata Akune'yê ye. Bira li aliyên cuda li dijî neteweya xwe şer dikin.

    Ders: Wendell Oshiro, anîmasyon: Brandon Denmark.

  • Çîroka Malbata Akune

    Gellek çîrokên trajîk yê Şerê Cîhanê yê Duyem hene.Yek ji wan çîrokan ya malbata Akune'yê ye. Bira li aliyên cuda li dijî neteweya xwe şer dikin.

    Ders: Wendell Oshiro, anîmasyon: Brandon Denmark.

Kurdish subtitles

Revisions