1 00:00:06,356 --> 00:00:09,098 Gellek çîrokên trajîk û balkêş 2 00:00:09,098 --> 00:00:12,137 derbarê şerê cîhanê yê duyem de hene. 3 00:00:12,137 --> 00:00:14,797 Lê çîroka herî dilêş ya malbata Akune ye 4 00:00:15,017 --> 00:00:17,494 ku şer ew ji hev veqetandiya. 5 00:00:17,494 --> 00:00:23,272 Wan li dijî hev û li dijî nasnameya xwe şer kirin. 6 00:00:23,272 --> 00:00:26,252 Ichiro Akune û jina xwe Yukiye 7 00:00:26,260 --> 00:00:28,540 ji bo derfetên jiyanê 8 00:00:28,540 --> 00:00:31,100 ji Japonya’yê koçî Amerîka’yê bûn. 9 00:00:31,108 --> 00:00:34,419 Li California’yê dikana mêwefiroşiyê vekir, 10 00:00:34,419 --> 00:00:36,634 û neh zarokên xwe mezin kirin. 11 00:00:36,634 --> 00:00:39,591 Lê piştî sala 1933 xanima Akune mir , 12 00:00:39,591 --> 00:00:43,011 zarok û bavê xwe vegeriyan Japonya’yê, 13 00:00:43,020 --> 00:00:45,340 hatin cem nasên xwe. 14 00:00:45,342 --> 00:00:47,646 Lê piştî jiyîna li Amerîka’yê 15 00:00:47,646 --> 00:00:50,539 hînbûna jiyaneke nû dijwar bû. 16 00:00:50,539 --> 00:00:54,499 Birayê mezin Harry, ji mamê xwe 17 00:00:54,499 --> 00:00:59,212 fêrî ziman û çanda Japonî bû. 18 00:00:59,212 --> 00:01:02,101 Dîsa jî Harry û birayê xwe Ken 19 00:01:02,101 --> 00:01:03,966 dema mezin bûn, 20 00:01:03,966 --> 00:01:06,920 vegeriyan devera ku wek welat dihesibandin, 21 00:01:06,920 --> 00:01:09,100 hatin Los Angeles’ê. 22 00:01:09,104 --> 00:01:15,128 Lê berfanbara 1941'î êrîşa Pearl Harbor çê bû. 23 00:01:15,220 --> 00:01:17,780 Dema şerê Amerîka û Japonya’yê, 24 00:01:17,780 --> 00:01:23,720 Amerîka ji welatiyên xwe yên ku eslê wan Japon bû 25 00:01:23,720 --> 00:01:25,440 ne ewle bû. 26 00:01:25,548 --> 00:01:30,508 Di sala 1942’yan de, 120,000 Japonên welatiyên Amerîka’yê 27 00:01:30,508 --> 00:01:33,160 ji jiyana xwe ya sivîl hatin bidûrxistin 28 00:01:33,160 --> 00:01:37,260 bi zordarî di qampên wek girtigehan de hatin bicîkirin. 29 00:01:37,260 --> 00:01:40,256 Mirovên wek Harry û Ken 30 00:01:40,256 --> 00:01:44,102 ku welatiyen du-alî ne û li Amerîka ji dayik bûne jî 31 00:01:44,102 --> 00:01:46,578 xistin nava qampan. 32 00:01:46,578 --> 00:01:50,982 Her du bira niha ji Japonya’yê dûr in, 33 00:01:50,982 --> 00:01:56,017 li qampeke Colorado’yê, ji dinyayê bêxeber dijîn. 34 00:01:56,017 --> 00:01:59,857 Lê dema sîxurên artêşa Amerîka’yê tên qampê, 35 00:01:59,860 --> 00:02:03,580 li kesên ku bi Japonî dizanin, digerin, 36 00:02:03,580 --> 00:02:06,174 çîroka wan diguhere. 37 00:02:06,174 --> 00:02:09,786 Herçiqas zordarî û zehmetî ditîbin jî,Harry û Ken 38 00:02:09,786 --> 00:02:13,059 Ji bo ku ji qampê xilas bibin û dilsoziya xwe nîşan bidin 39 00:02:13,059 --> 00:02:15,676 beşdarî artêşa Amerîka’yê dibin. 40 00:02:15,676 --> 00:02:17,341 Piştî perwerdeyê, 41 00:02:17,341 --> 00:02:18,923 dest bi kar dikin, 42 00:02:18,923 --> 00:02:20,914 belgeyên bidestketî werdigerînin, 43 00:02:20,914 --> 00:02:23,279 pirsan ji leşkerên Japon dikin, 44 00:02:23,279 --> 00:02:26,107 û ji bo ku leşkerên Japonyayî teslîm bibin 45 00:02:26,107 --> 00:02:29,869 bi japonî propagandayê dikin. 46 00:02:29,869 --> 00:02:32,763 Her du bira karên hêja dikin, 47 00:02:32,763 --> 00:02:35,238 zanyariyên stratejîk bi dest dixin, 48 00:02:35,238 --> 00:02:38,409 cihe leşkerên japon deşîfre dikin. 49 00:02:38,409 --> 00:02:42,972 Lê di artêşê de rastî cihêbûnê û bê ewlehiyê tên. 50 00:02:42,972 --> 00:02:45,672 Carekê dema bi paraşutê dadikevin, 51 00:02:45,680 --> 00:02:48,720 di nav çeperê dijmin de winda dibin. 52 00:02:48,720 --> 00:02:50,999 Lê hevalên Harry 53 00:02:50,999 --> 00:02:54,503 jê ewle nabin ku çek bidinê. 54 00:02:54,503 --> 00:02:57,778 Dîsa jî her du bira heta dawiya şer 55 00:02:57,778 --> 00:02:59,960 bi dilsozî xizmet dikirin. 56 00:03:00,100 --> 00:03:06,220 Lê ne tenê Harry û Ken, kesên ji malbata Akune’yê şer kirin. 57 00:03:06,220 --> 00:03:08,080 Her du birayên biçûktir, 58 00:03:08,082 --> 00:03:11,942 zarokên sêyem û çarem yên ji malbata Akune, 59 00:03:11,942 --> 00:03:15,696 saburo di artêşa Japonya’yê de 60 00:03:15,700 --> 00:03:17,953 di hêzên asîmanî de xizmet kir. 61 00:03:17,953 --> 00:03:23,757 Birayê biçûk yê 15 salî Shiro ji bo Japonya'yê leşker peyda kirin. 62 00:03:23,757 --> 00:03:28,961 Piştî şer, Harry û Ken dema li herêmên dagirkirî dixebitîn, 63 00:03:28,961 --> 00:03:32,011 wek xaîn dihatin dîtin. 64 00:03:32,011 --> 00:03:34,740 Wexta hemû bira li Kagoshima’yê 65 00:03:34,839 --> 00:03:38,024 hatin cem hev diyar dibe ku 66 00:03:38,024 --> 00:03:42,042 li eniyên cuda li dijî hev şer kirine. 67 00:03:42,042 --> 00:03:45,021 Pev dikevin, dike ku di navbera wan de şer derkeve, 68 00:03:45,021 --> 00:03:47,427 lê bavê wan tê û wan li hev tîne. 69 00:03:47,427 --> 00:03:51,020 Saburo û Shiro bi Harry û Ken re diçin California’yê, 70 00:03:51,020 --> 00:03:53,680 dûre di şerê Kore’yê de 71 00:03:53,686 --> 00:03:57,224 di artêşa Amerîka’yê de şer dikin. 72 00:03:57,224 --> 00:04:00,400 Di sala 1988'an de Dewleta Amerîka’yê 73 00:04:00,400 --> 00:04:03,740 ji bo zordariya qampên Japonan 74 00:04:03,740 --> 00:04:06,690 tazmînat da mexduran. 75 00:04:06,691 --> 00:04:13,201 Harry digel ewqas fêrkirinê sipasiyan li Mamê xwe nekir, 76 00:04:13,201 --> 00:04:15,240 pir poşman bû. 77 00:04:15,273 --> 00:04:18,552 Çîroka birayên Akune’yê gellek watedar e: 78 00:04:18,552 --> 00:04:21,086 malbatekê ji ber neçariyê ji hev vediqete, 79 00:04:21,086 --> 00:04:23,898 bê ewlehiya Amerîka bo welatiyên xwe yên japon, 80 00:04:23,916 --> 00:04:28,275 û têkoşîna di navbera di nasnamayan de. 81 00:04:28,506 --> 00:04:32,645 Herwiha ev, çîrokeke girîng a dîroka Amerîka’yê ye: 82 00:04:32,645 --> 00:04:38,279 Çawa zordarî li penaberan hatiye kirin û têkoşîna penaberan a biserketî. 83 00:04:38,867 --> 00:04:40,307 Ders: Wendell Oshiro, 84 00:04:40,307 --> 00:04:41,697 Xwendin: Addison Anderson 85 00:04:41,697 --> 00:04:43,277 Anîmasyon: Brandon Denmark.