Return to Video

Mafên Mirovan ên Gerdûnî Çi ne? - Benedetta Berti

  • 0:06 - 0:10
    Fikra mafên mirovan ew e ku her yek ji me,
  • 0:10 - 0:12
    bêyî ku kî ye an ji kû derê ye,
  • 0:12 - 0:16
    her kes xwediyê heman mafên bingehîn
    û azadiyê ye.
  • 0:16 - 0:18
    Mafên mirovan ne îmtiyaz in,
  • 0:18 - 0:20
    û nayên dayîn an betalkirin.
  • 0:20 - 0:25
    Nayên dewrkirin û gerdûnî ne.
  • 0:25 - 0:27
    Belkî bi hêsanî xuya dikin,
  • 0:27 - 0:29
    lê dema yek bixwaze nerît bike,
  • 0:29 - 0:33
    gelek tevlihevî û gengeşî derdikevin.
  • 0:33 - 0:35
    Mafên mirovan ên bingehîn çi ne?
  • 0:35 - 0:37
    Kê wan destnîşan dike?
  • 0:37 - 0:40
    Kê wan bi cih tîne û çawa dike?
  • 0:40 - 0:43
    Dîroka mafên mirovan dûr û dirêj e.
  • 0:43 - 0:47
    Di seranserê dîrokê de, di civak,
    ol û çandan de
  • 0:47 - 0:52
    me berxwedana fikrên mafdarî û
    dadmendiyê kiriye.
  • 0:52 - 0:55
    Lê konsepta modern a mafên mirovan
  • 0:55 - 1:00
    piştî şerê cîhanê yê duyem bi avakirina
    Neteweyên Yekbûyî [NY] derket.
  • 1:00 - 1:04
    Li gor peymanê armanca Neteweyên Yekbûyî
  • 1:04 - 1:08
    erêkirina mafên mirovan ên bingehîn e.
  • 1:08 - 1:11
    Dûre bi heman hişmendiyê,
    Encûmena Giştî ya NY
  • 1:11 - 1:16
    di sala 1948an de Peymana Gerdûnî ya
    Mafên Mirovan diyar kir.
  • 1:16 - 1:20
    Ev peyman,ji aliyê komîteyeka bi serokiya
    Eleanor Roosevelt ve hat nivîsandin,
  • 1:20 - 1:24
    bû bingeha mafên mirovan ên gerdûnî
    û modern.
  • 1:24 - 1:26
    Bingeha peymanê ew e ku
  • 1:26 - 1:33
    hemû mirov azad in û bi heman maf û rûmetê
    tên dinyayê.
  • 1:33 - 1:36
    Ji 30 bendan pêk tê. Di nava wan de,
  • 1:36 - 1:40
    prensîba tu kesî re cudakarî neyê kirin,
    mafê jiyan û azadiyê yên her kesî hene.
  • 1:40 - 1:44
    Qala azadiyên negatîf; wek azadiya
    îşkenceyê û koletiyê dike
  • 1:44 - 1:46
    û qala azadiyên pozîtif dike;
  • 1:46 - 1:49
    wek azadiya geştûguzarî
    û bicihbûnê jî dike.
  • 1:49 - 1:52
    Mafên civakî û siyasî yên bingehîn jî
    dihewîne;
  • 1:52 - 1:56
    wek azadiya raman, ol an mafê protestoyê
  • 1:56 - 1:59
    û mafên civakî, aborî û çandî;
  • 1:59 - 2:01
    wek mafê perwerdehiyê,
  • 2:01 - 2:03
    mafê hilbijartina kar,
  • 2:03 - 2:06
    muameleya adîl jî heye.
  • 2:06 - 2:10
    Peyman dibêje; mafek, ji yên din
    ne girîngtir e,
  • 2:10 - 2:12
    israr dike û dibêje;
    mafên mirovan gerdûnî ne,
  • 2:12 - 2:13
    ji hev venaqetin,
  • 2:13 - 2:15
    û girêdayî hev in.
  • 2:15 - 2:19
    Di dehsalên dawî de,
    mafên mirovan yên gerdûnî pêş ketin,
  • 2:19 - 2:23
    têgihîştina me ya ku em ê
    çawa mafên mirovan biparêzin
  • 2:23 - 2:25
    kûrtir û firehtir bû.
  • 2:25 - 2:27
    Madem ev prensîb ewqas pêş ketine
  • 2:27 - 2:32
    çima mafen mirovan li her deverên cîhanê
    her û her
  • 2:32 - 2:35
    tên binpêkirin?
  • 2:35 - 2:38
    Pirsgirêka giştî ev e ku ne hêsan e
    li hemû cîhanê
  • 2:38 - 2:43
    mafên mirovan bên bicihanîn
    û sûcdar bên cezakirin.
  • 2:43 - 2:47
    Peymana mafên mirovan çiqas rûmetdar
    û rêzdar be jî
  • 2:47 - 2:50
    ew ne zagon e, tenê deklarasyon e.
  • 2:50 - 2:52
    Dema dewlet bin pê dikin
  • 2:52 - 2:56
    mekanîzmaya astengkirinê qels e.
  • 2:56 - 3:00
    Wek mînak hîma mezin a NYyê
    parastina mafên mirovan e,
  • 3:00 - 3:06
    binpêkirinan dişopîne û lêdikole,
    lê nikare ji dewletan re bibêje
  • 3:06 - 3:10
    siyaseta xwe biguherînin
    an tezmînatê bidin mexdûran.
  • 3:10 - 3:14
    Lewre rexne tên kirin ku
    belasebeb e dayîna mafên mirovan,
  • 3:14 - 3:18
    li dinyaya ku evqas berjewendî
    bi hêzê ve giredayî ye.
  • 3:18 - 3:21
    Rexne tên kirin ku ev deklerasyon
  • 3:21 - 3:25
    bi pêşengiya hinek Dewletên Rojava û
    Ewropayê ve hatiye amadekirin
  • 3:25 - 3:28
    lewra bi qasî ku tê gotin
  • 3:28 - 3:30
    ne gerdûnî ne.
  • 3:30 - 3:31
    Encam çi ye?
  • 3:31 - 3:34
    Azadiya sivîl ya siyasî girîngtir tê dîtin
  • 3:34 - 3:36
    li gor mafên civakî yên siyasî û
  • 3:36 - 3:41
    mafên kesayetî jî girîngtir in li gor
    yên kollektîf.
  • 3:41 - 3:44
    Hin kes vê yekê diparêzin ku
    zagonên mafên mirovan yên gerdûnî
  • 3:44 - 3:47
    xwedî roleke pozîtîf in,
  • 3:47 - 3:50
    bo ku aktivîstên mafên mirovan
    çalakiyên xwe bidomînin.
  • 3:50 - 3:51
    Û tê gotin
  • 3:51 - 3:55
    hemû mafên mirovan yên gerdûnî
    bi temamî ne bê hêz in.
  • 3:55 - 3:59
    Wek mînak Dadgeha Mafên Mirovan ya
    Ewropayê heye û
  • 3:59 - 4:03
    welatiyên 47 dewletan dikarin
    beşdar bibin.
  • 4:03 - 4:09
    Divê dewletên ku endam in van biryaran
    bînin cih.
  • 4:09 - 4:12
    Li gor nêrîn û îfadekirina me
  • 4:12 - 4:16
    mafên mirovan her tim diguherin.
  • 4:16 - 4:20
    Mînak ; mafê demokrasiyê an yê pêşketinê
    çawa girîng in an
  • 4:20 - 4:22
    çawa bingehîn tê dîtin?
  • 4:22 - 4:24
    Çiqas diçe jiyana me dibe djîtal.
  • 4:24 - 4:27
    Gelo bikaranîna înternetê jî mafek e?
  • 4:27 - 4:29
    Jiyana taybet ya dîjîtal mafek e?
  • 4:29 - 4:31
    Tu çawa difikirî?
Title:
Mafên Mirovan ên Gerdûnî Çi ne? - Benedetta Berti
Description:

Hemû Ders: http://ed.ted.com/lessons/what-are-the-universal-human-rights-benedetta-berti

Li gor mafên mirovan yên gerdûnî, bêyî ku însan çi kes e an ji kû derê ye, her kes xwediyê heman mafan e û xwedî azadiyê ye. Dema mirov dibihîze baş xuya dike lê dema ku mesele dikeve pratîkê, tevlihevî û gengeşî çêdibin. Gelo mafên mirovan yên bingehîn çi ne? Kî dê biryara van mafan bide? Kî dê pratîkên wan pêk bîne û dê çawa bên pratîzekirin?

Ders: Benedetta Berti, anîmasyon:Sarah Saidan.

more » « less
Video Language:
English
Team:
closed TED
Project:
TED-Ed
Duration:
04:47

Kurdish subtitles

Revisions