Koletî.! Mirov wek mal tên hesibandin û
bê maf in.
Bi awayên cuda li seranserê dinyayê çê bû.
Lê tevgera koletiyê ya herî mezin
ya Atlantîk e.
Bazirganiya koletî ya Atlantîk
Ji dawiya sedsala 15'an heta sedsala 19'a
li ser sê parzemîna hat kirin.
10 mîlyon însan bi zordarî
ji Afrîka birin Amerîka.
Bandor ne tenê li ser kole
û zarokên wan çê bû,
aborî û dîroka dinyayê jî hat guhartin.
Sedsal behtir bû ku di navbera Afrîka û
Ewrûpa de
tekilî hebû.
Lê bazirganiya koletiya Atlantîk
1400'an de
peşî ji mêtingeriyên Portûgal û
Spanya yên li Afrîka
dest pê kir.
Li Amerîka bi awayekî pir mezin
çandiniya şekir,pembû, tûtin û
hwd dihat kirin.
Lê mirovên ku bixebitin
tune bûn.
Niştecihên Amerîkî hatin kole kirin
lê gelek bi nexweşiyan mirin û
li berxwe dan.
Ji bo vî karê gelek, Ewrûpiya
çavê xwe berdan Afrîka.
Kolebûna Afrîka bi sedsalan dom kir.
Peymana hinek koleyan hebû ku
bi pere azadiya xwe bikirin.
Lê gelek jê koleyên Ewrûpiyan bûn.
Carina kole dikarîbûn bibin ji malbatê,
bibin xwedî ax û bi hêz bibin.
Lê dema bazirganên spî ji bo kirîna koleya
mey û çek anîn,
serokên Afrîkî bê tereddut
kole firoştin bazirganan.
Serokên Afrîkî diz,deyndar û
êsîrên ji eşîrên dijmin girtî
bi koletî difroştin.
Bi firotina koleyan serokê Afrîkî
dewlemend û bi hêz bûn.
Ji bo koleyan bifroşin Ewrûpiyan,
serokê Afrîkî ketin berberiyekê mezin.
Koletî zêde bû.
Ji bo, eşîrên dijmin êsîr bigirin û
bixin kole,
şer derdixistin.
Eşîr, ji bo ku bi koletî neyên firotin,
ji Ewrûpiyan çek dikirin.
Lê çek jî bi firotina koleyan dikirin.
Kole firoştin û kirîna çekan,
aborî û civakiya Afrîka guherand.
Ji xwe kole zordariyake pir mezin dîtin.
Hatin qusandin û piştî hatin mohr kirin
ji bo Amerîka
li keştiya hatin siwar kirin.
20% carek din pê li axê nekirin.
Kaptanê keştiya wek paketê
kole li ser hev dikirin.
Ji bo şertên tenduristî gelek mirin û
nexweş ji keştiyê avêtin deryaye.
Ji bo disîplîne,
kaptan guhê koleyan jê dikir
û ev dibû nîşan.
Hinek jî bi destê xwe, xwe kuştin.
Gelek jê mirovên spî nedîtibûn û
difikirîn ku spî yamyam in.
Her tim tên mirovan dibin û dixwin.
Ji tirsa ku bibin xwarin an
bên îşkence kirin ,
întîhar kirin.Bi baweriya wan
bi mirine rihê wan vegere malê.
Yên ku ji mirine filitîn,
bûn wek malê dinyaye.
Di keştiyan de jin û zarok dihatin
îstîsmar kirin,
mer ji bo serî nehildin û
ji hêza xwe nekevin
bi zorê dans dikirin..
Koletî çi bandor li Amerîka kiriya û
îro çi li pêy xwe hiştiye
baş tê zanîn.
Lê bandora koletiyê ya li Afrîka,
baş nehatiya lêkolîn kirin.
Ji Afrîka 10 mîlyon însan kêm bû û
ji bo ku kole bi giştî mêr bûn
bandorekê mezin çê bû.
Dema koletî li Amerîka û Ewrûpa qedexe bû,
aboriya afrîka ya li ser koletiyê dişixulî,
aloz bû.
Bi vê aloziyê dagirkerina Afrîka
zêdetir bû.
Bi berberiya eşîran û
şerê bi çekên Ewrûpî,
heta îro jî li Afrîka aramî tune.
Bazirganiya Koletiyê nijadperestî jî
pir geş kir.
Ji bilî dîzî,deyndarî û esîrtiyê
tu sedema kolebûne,tune bû.
Ewrûpa li gor ola mesîhiyê
kolebûna mesîhiyan
qedexe kiribû.
Lewra ji bo kolekirina Afrîka
sedemên olî jî, ji xwe re li hev anîn.
Li gor teoriya Mesîhiyan;
Afrîkî ji hêla bîyolojîk nizmtir in û
koletî qedera wan e.
Lewma koletî li ser bingeha
nîjadperestî saz bû û
zarokên koleyan jî bûn kole.
Zarok ji zikmakî bûn kole.
Ji her alî ve,
Bazirganiya Atlantîk a Koletiyê zordariyekê
pir mezin bû.
Bandora wê îro jî didome.